Here naverokê

Çekya

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Komara Çekî hat beralîkirin)
Czech Republic Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Çekya
Česko Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Ala Mertal
Dirûşm: Land of stories Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sirûd: Kde domov můj Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Çekya li ser nexşeyê
Map
Paytext
50°Bk, 15°Rh
Zimanên fermî
Zimanên tên bikaranîn
Rêveberî komara parlamenter Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
 •  Serokdewlet Petr Pavel (2023–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
 •  Serokwezîr Petr Fiala (Petr Fiala's Cabinet, 2021–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Avakirin
 •  Dema avakirinê 1 kanûna paşîn 1993 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre 
 •  Rûerd 78.866 kîlometre çargoşe Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Gelhe
 •  Giştî 10.909.500 (2025) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Demjimêr
Hatûçûna ajotinê
  • rast Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Koda telefonê +420[1]
Malper
https://www.czechia.eu/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

Çekya (bi çekî: Česko)[2] welatekî li Ewropaya Navendî ye û ji 1ê gulana 2004 endamê Yekîtiya Ewropayê bu ye.

Çekya welatekê dorpêçdayî li nîveka parzemîna Ewropayê ye û li çi aliyekî nagehit avên azad. Hevsiyên welatî li bakur Polonya, li bakurê rojava û rojavayê Almanya, li başûr Awistiryayê û li rojhilat Slovakyayê ne. Bajarê dîrokî yê Pragê (bi çekî: Praha), paytext û mezintirîn bajarê wê ye. Bajarên di Birno (Brno) ji ber tivengên wê di nav kurdan de binavûdeng e. Gorî peşbinîyan 2.000 kurd li Çekya hene.[çavkanî hewce ye]

Welat ji du herêmên dîrokî yên cuda pêkdihêt: Bohemya û Moravya, hindek ji Sîlesya û pareka biçûk ji Nemsaya Jêr (Awistriyaya Jêrîn).

Wezareta Karûbarên Derve ya Çekyayê li sala 1993ê navê Çekya ê wekî berdêlekê fermî ji bo navê komarê diyarkir dema navê dirêjê komarê ne pêdvî bû. Lê di zimanê îngilîzî de vî navî cihê xwe venekiriye. Malpera fermî ya komarê[3] ko ji aliyê Wezareta Karûbarên Derve ya Komara çekan dihat birêvebirin, li sala 2006ê ev nav êdî bikaraniye. Navê çekî Česko cihê gengeşê ye, lê hindekan bikardianîn.

Kevnarnasan dirovên anko belgeyên akincîbûna mirovan li demên berîdûrokî li herêmê vedîtine ko heta çaxê Nû-berîn (Neolithic) diçit. Li demên Kevin, hema ji sedsala 3ê Berî Bûna Îsayî, mişextên Kelt û Boî (Boii) (binihêre Bohêmyayê) û paştir li sedsala yekê eşîrên almanî yên markomanî (Marcomanni) û Kuadî (Quadi) li wan herêman akincî bûn. Li Heyama Mişextbûnan li derdora sedsala 5ê, gelek ji eşîrên almanî ber bi rojava û başur çûn û ji Ewropaya Navîn derkevtin û gelên slavî ji derdora Deryaya Reş herêma Karpatî hatin û cihê wan girt. Ev hatin bi êrîşên gelên dî yên ko bi hovîtî ji Sîberyayê dihatin, mîna hûnan, avaran, Bulgaristan û mecaran xurttir dibû.

Li sedsala 7ê bazirganekê frankî bi navê Samoyî li dijî xûnkarên avar piştevaniya gelên slavî kir û bû desthilatdarê hikûmeta slavî ya herî pêşîn li Ewropaya Navîn. Li sedsala 8ê û li bin rêveberî ya Moravyaya Gewre desthilatdarî ya Moravyan hat damezrandin.

Hikûmeta Çekî an Bohemya li sedsala 9ê peyda bû. Şayatî ya Bohemyayê li çaxên navîn yek ji desthilatên xwecihî yên girîng bû. Ew bi dirêjahî ya hebûna Împeratoriya Romê ya Pîroz parek ji wê konfederasyonê bû.

Şerên olî û mezhebî li sedsalên 15 heta 17ê bandoreke gelek xirab li ser xelkê Bohemiyayê hêla û li dawiyê ew kevtin bin destê Habsburgê û paştir bûn parek ji Împeratoriya Awistirya-Mecaristanê.

Piştî heriftina wê imperatoriyê li piştî Şerê Cîhanî yê Yekem, li sala 1918ê komara serbixwe ya Çekoslovakyayê hat damezrandin. Komarê gelek deverên ko piranî ya akinciyên wan bi almanî, mecarî, polonî û rûtênî jî diaxivtin anîn bin desthilata xwe. Herçind e Komara Çekoslovakyayê komareke navendanî (sentralîst) jî bû, gelek ji mafên kêmanî yên neteweyî ewle kiribûn. Lê di nava wan mafan da çi mafên hebûna herêmên siyasî yên tuxûbkirî yên otonom nebûn.

Li gelî Komara Cekyayê 29,1 % xwe xiristiyanên ne. 59% en xwe ateîst û agnostîk in.

Herêmên Çekyayê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çekya ji 13 herêman (kraj, pirhijmar kraje) û paytextek statuya wê taybet pêk tê (hlavní město *):

Herêm Paytext
Prag* (Hlavní město Praha)  
Herêma Bohemyaya Navendî (Středočeský kraj) buro li Prague (Praha)
Herêma Bohemyaya Başûr (Jihočeský kraj) České Budějovice
Herêma Plzeň (Plzeňský kraj) Plzeň
Herêma Karlovy Vary (Karlovarský kraj) Karlovy Vary (Carlsbad)
Herêma Ústí nad Labem (Ústecký kraj) Ústí nad Labem
Herêma Liberec (Liberecký kraj) Liberec
Herêma Hradec Králové (Královéhradecký kraj) Hradec Králové
Herêma Pardubice (Pardubický kraj) Pardubice
Herêma Olomouc (Olomoucký kraj) Olomouc
Herêma Moravya-Sîlesya (Moravskoslezský kraj) Ostrava
Herêma Moravyaya Başûr (Jihomoravský kraj) Brno
Herêma Zlín (Zlínský kraj) Zlín
Herêma Vysočina (Vysočina) Jihlava
Nexşeya Herêmên Komara Çêkiyayê
Nexşeya Herêmên Komara Çêkiyayê
  1. ^ "National Numbering Plans".
  2. ^ http://diyarname.com/news.php?Idx=22562
  3. ^ http://www.czech.cz

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]