Here naverokê

Qibris

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Kîpros hat beralîkirin)
Komara Qibrisê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Qibris
Κυπριακή Δημοκρατία Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Ala Mertal
Dirûşm: Cyprus in your heart Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sirûd: Hymn to Liberty Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Qibris li ser nexşeyê
Map
Paytext
35°Bk, 33°Rh
Zimanên fermî
Zimanên tên bikaranîn
Rêveberî komar, pergala serokatiyê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
 •  Serokdewlet Nîkos Xrîstodulîdîs (2023–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
 •  Serokwezîr Nîkos Xrîstodulîdîs (2023–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Avakirin
 •  Dema avakirinê 16 tebax 1960 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre 
 •  Rûerd 9242,45 kîlometre çargoşe Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Gelhe
 •  Giştî 1.344.976 (2023) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dirav
  • Euro (1 kanûna paşîn 2008)
  • Demjimêr
    Hatûçûna ajotinê
    Koda telefonê +357
    Malper
    http://www.cyprus.gov.cy/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

    Qibris[1][2] (osmanî: قبرس[3]) an Qibrîs[4][5] (osmanî: قبریس[3]) an Kîpr[6] an jî Komara Qibrisê (bi yewnanî: Κύπρος, Kípros, Κυπριακή Δημοκρατία, Kipriakí Dhimokratía; bi tirkî: Kıbrıs Cumhuriyeti) welatekî giravî yê li rojhilatê Deryaya Navîn e ku li peravê Levantê û li rojavayê Asyayê ye. Qibris piştî Sîsîlya û Sardînyayê, sêyem girava herî mezin û sêyem girava herî qelebalix ê Deryaya Navîn e.[7][8] Girav li ser deryayeke disekine ku li başûrê rojavayê giravê Yewnanistan, li bakur Tirkiye, li rojhilat Sûriye û Libnan, li başûrê rojava Filistîn û Îsraêl û li başûrê giravê Misir heye. Paytexta giravê bajarê Nîkosya ye û bajarê herî mezin ê giravê bajarê Limasolê ye.[9] Baregehên leşkerî yên brîtanî li Akrotiri û Dhekelyayê ne û di heman demê de beşa bakurê rojhilatê giravê bi awayekî de facto ji aliyê Komara Tirkî ya Qibrisa Bakur ve tê birêvebirin ku bi piranî ji aliyê welatên cîhanê ve nayê naskirin û ji Komara Qibrisê bi herêmeke navber ya Neteweyên Yekbûyî veqetandî ye.

    Kevintirîn behskirina navê belgekirî ya Qibrisê di sedsala 15ê berî zayînê de bi yewnaniya mîkenî 𐀓𐀠𐀪𐀍, ku-pi-ri-jo ye ku tê wateya "qibrisî" (bi yewnanî: Κύπριος, kíprios) ku bi tîpên kitekitkirî yên Linear B hatiye nivîsandin. Navê giravê bi forma yewnanî ya klasîk Κύπρος (Kýpros) e.[10][11]

    Etîmolojiya navê bi awayekî baş nayê zanîn ku di derbarê navê giravê de hinek pêşniyar ev in:

    1. Peyva yewnanî ya ji bo dara serwê (dara serû) (Cupressus sempervirens), κυπάρισσος (kypárissos)
    2. Navê yewnanî ya dara qeneqê (Lawsonia alba), κύπρος (kýpros)
    3. Peyveke ji zimanê eteoqibrisî ya ji bo sifirê. Wek mînak, hatiye pêşniyarkirin ku ew ji peyva sumerî ya ji bo sifir (zubar) an jî ji bo bronzê (kubar) tê ku ji ber kanên mezin ên madena sifir ên ku li giravê hatine dîtin.[12]

    Bi rêya bazirganiya derveyî welat, giravê navê xwe daye peyva latînî ya klasîk a navê sifirê ku bi rêya hevoka aes Cyprium, "metalê Qibrisê", ku paşê bi kurtkirî bûye Cuprum.[13]

    Wêneyekî Qibrîsê ku ji aliyê peyka Sentinel-2 ve di sala 2022an de hatiye kişandin.

    Qibris, hem ji aliyê rûberê ve û hem jî ji aliyê nifûsê ve, piştî giravên îtalî yên Sîsîlya û Sardînyayê, sêyem girava herî mezin a Deryaya Navîn e.[14] Her wiha girav ji aliyê rûberê ve 80em mezintirîn û ji aliyê nifûsê ve jî 51em mezintirîn girava cîhanê ye. Dirêjahiya giravê ji serî heta binî 240 kîlomêtre dirêj e û firehiya giravê li xala herî fireh 100 kîlometre berfirehe. Girav di navbera 34° û 36° hêlîpan a bakur û 32° û 35° hêlîlara rojhilat de ye.

    Herêmên din ên cîran Sûriye û Libnan li rojhilat û başûrê rojhilat (bi rêzê ve 105 û 108 kîlomêtre, Îsraêl 200 kîlomêtre li başûrê rojhilat, Şerîda Xezeyê 427 kîlomêtre li başûrê rojhilat, Misir 380 kîlomêtre li başûr û Yewnanistan jî 280 kîlomêtre li bakurê rojavayê giravê ye. Girav ji 800 kîlomêtre dûr e ku 280 kîlomêtre ji girava biçûk a Dodekanezê Kastellorizo​ ​(Megisti), 400 kîlomêtre ji Rodosê û 800 kîlometre ji erdê serekeyê Yewnanistanê dûr e. Qibris li ser xaçerêya sê parzemînan e ku hinek çavkanî Qibrisê wekê beşek Ewropayê û hinek çavkanî jî Qibrisê wekê beşekê Rojavayê Asyayê û Rojhilata Navîn destnîşan dikin.[15]

    Avaniya fîzîkî ya giravê ji aliyê du rêzeçiyayên wekê çiyayên Trodosê û rêzeçiyayên Kerînyayê ya biçûk û deşta navendî ya Mezaorya ku ji aliyê van rêzeçiyayan ve hetiye dorpêç kirin, hatiye çêkirin Ava Deşta Mezaoryayê ji aliyê çemê Pedieosê ve, ku çemê herî dirêj ê giravê ye, tê valakirin. Çiyayên Trodosê piraniya beşên başûr û rojavayê giravê vedigirin û bi qasî nîvê rûbera giravê pêk tînin. Xala herî bilind a Qibrisê çiyayê Olîmposê ye ku bilindahiya çiyayê 1.952 mêtre ye û li navenda rêzeçiyayên Trodosê ye. Rêzeçiyayên teng ên Kerînyayê ku li seranserê perava bakur dirêj dibe ku rûberek pir kêmtir digire û bilindahî jî nizmtir in ku herî zêde digihîjin 1.024 mêtre. Girav di nav Lewheya Anatoliyê de ye.

    Girava Qibrisê ekoherêma daristanên Deryaya Navîn a Qibrisê dihewîne.[16] Di Îndeksa Yekparebûna Peyzaja Daristanê ya 2018an de rêzbendî ya navînî ya giravê bi qasî 7.06/10 bû ku girav di nav 172 welatan de di rêza 59em a cîhanê de ye.[17]

    Ji aliyê jeopolîtîk ve, girav li çar beşên sereke hatiye dabeş kirin. Komara Qibrisê ji sêyan dudiyê başûrê giravê (59.74%) vedigire. Rêveberiya tirk sêyeka bakur (34,85%) vedigire û Xeta Kesk a di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî de herêmeke navber peyda dike ku herduyan ji hev vediqetîne û ji %2,67ê giravê vedihewîne. Di dawiyê de, li ser giravê du baregehên di bin serweriya Brîtanyayê li Akrotiri û Dhekelia hene ku ji %2,74ê mayî yê giravê vedihewîne.

    Serdemên pêşdîrokê û kevnare

    [biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
    Peykerê Zeus Keraunios (500–480 b.z.) ku li Kîtionê hatiye dîtin û îro li muzexaneya Nîkosyayê ye.

    Li gorî dîroka deverên mîna Aetokremnos a li perava başûr û devera hundirîn a Vretsia Roudiasê, mirovên nêçîrvanberhevkar cara yekem li dora 13 û 12 hezar sal berê (ji 11.000 heta 10.000 b.z.) gihîştine Qibrîsê.[18] Hatina mirovên pêşîn bi nemana hespê çemî (hîpopotam) bicûkê Qibrisê ku gewdeyên wan 75 cm bilind bû û Fîlê biçûk ê Qibrîsê ku gewdeyên wan ji 1 mêtreyê bilindtir e, hevdem e ku yekane memikdarên mezin ên xwemaliyên giravê bûn.[19] Civakên cotkariyên neolîtîk ê li ser giravê nêzîkî 10.500 sal berê (8500 b.z.) derketine holê.[20]

    Li cihekî neolîtîk ê li Qibrisê, bermahiyên hestiyên pisîkekî heşt mehî li gel hestiyê mirovekî hatiye dîtin.[21] Tê texmînkirin ku dîroka vê gorê 9.500 salên niha (7500 b.z.) vedigere ku ji şaristaniya Misira kevnar, kevintir e û têkiliya herî kevin a pisîk û mirovan a naskirî ye.[22] Gundê Neolîtîk ê Khirokitia ku bi awayekî baş hatiye parastin, yek ji şûnwarên Mîrateya Cîhanî ya UNESCOyê ye û dîroka şûnwarê ji dora 6.800 salên b.z. vedigere.[23]

    Di Serdema Bronzê ya Paşîn de, li dora sala 1650 b.z. ve Qibris (ku di nivîsên hemdem de bi tevahî an qismî wekê Alaşiya hatiye nas kirin) bi bazirganiya sifirê ku ji çiyayên Trodosê dihat derxistin ve ku zêdetir bi cîhana Deryaya Navîn a fireh ve girêdayî bû ku vê yekê pêşveçûna wargehên bajarî li seranserê giravê teşwîq kiriye û tomar destnîşan dikin ku Qibris di vê demê de ji aliyê "padişahan" ve hatiye birêvebirin ku bi serokên dewletên din ên Deryaya Navîn re (wekê fîrawûnên Padişahiya Nû ya Misrê, wekî ku di nameyên Amarna de hatine belgekirin) nameyan didan.[24] Yekem navê tomarkiriyê padîşahekî Qibrisê Kushmeşûşa ye ku di nameyên ku di sedsala 13an a berî zayînê de ji Ugaritê re hatine şandin de hatiye dîtin.[25]

    Di dawiya Serdema Bronzê de li giravê du pêlên niştecihên yewnanî bi cih dibin.[26] Pêla yekem ji bazirganên yewnanî yên mîkenî pêk dihat ku li dora sala 1400 b.z. de dest bi serdana Qibrisê kiribûn.[27][28] Tê bawerkirin ku piştî hilweşîna Yewnanistana mîkenî ya serdema bronzê ya paşîn ji 1100 heta 1050 salên b.z. pêlek mezin a niştecihbûna yewnanî li giravê çêbûye û karakterê bi piranî yewnanî ya giravê ji vê serdemê vir ve tê.[29] Qibris di mîtolojiya yewnanî de roleke girîng dilîze ku ji ber girav cihê jidayikbûna Afrodîtê û Adonîs e û warê Qiral Kînîras, Teukeros û Pîgmalion e. Delîlên wêjeyî hebûna fînîkiyên kevin li Kîtionê nîşan didin ku di destpêka sedsala 10an a berî zayînê de girav di bin desthilatdariya Tîrî de bû.[30] Hinek bazirganên fenîkî ku tê bawerkirin ji Tûrê hatine herêmê bicih bûne û li giravê bandora siyasî ya Kîtionê berfireh kirine. Piştî li dora 850 sala b.z., fînîkiyan perestgeh li cihê Katariyê ji nû ve ava kirine û ji nû ve bi kar anîne.

    Qibris li cihekî stratejîk li rojhilatê Deryaya Navîn e. Berî ku demek kurt di bin desthilatdariya Misirê de bimîne û di dawiyê de di sala 545 BZ de dikeve bin desthilatdariya Hexamenişî, girav ji sala 708 b.z. dest pê kiriye û sedsalek ji aliyê împeratoriya neo-asûrî ve hatiye birêvebirin.[31] Girav bi pêşengiya Onêsîlos ku padişahê Salamîsê bû, di dema Serhildana Îyonî ya biserneketî ya sala 499 b.z. de li dijî axameniyan tevlî hevalbebdên xwe yên yewnanî yên li bajarên Îyonî bûye. Di wî demê de ev serhildan hatiye tepeserkirin lê Qibris dikare rêjeyek bilind a xweseriya xwe biparêze û bi mêla xwe ya ber bi cîhana yewnanî ve dimîne.[28]

    Dîwarên Nîkosyayê ku ji aliyê venedîkiyan ve ji bo parastina bajêr ku ji ber êrîşên osmaniyan were parastin hatine çêkirin.

    Dema ku Împeratoriya Romayê di sala 286an de bûye du beşên rojhilat û rojava, Qibris bûye beşek ji Împeratoriya Romayê ya Rojhilat (ku jê re Împeratoriya Bîzansê jî digotin) ku girav nêzîkî 900 salan wekê beşek ji împeratoriyê dimîne. Di bin serweriya bîzansê de, helwesta yewnanî ku ji demên kevnar ve berbiçav bû, karekterek xurt a helenîstîk-xiristiyan hatiye pêşvebirin ku heya niha jî nîşaneya civaka yewnanî ya Qibrisê ye.[32]

    Ji sala 649an vir ve Qibris rastî êrîş û talanên dubare yên ji aliyê xîlafeta Emewiyan ve hatiye. Gelek ji wan talanan bi êrîşên ji nişkê ve pêk dihatin lê talanên din bi êrîşên mezin pêk hatine ku tê de gelek qibrisî hatine kuştin û dewlemendiyeke mezin hatine birin an jî hatine wêrankirin.[32] Bajarê Salamîsê hatiye hilweşandin ku bajêr careke din êdî ji nû ve nehatiye avakirin.[33] Kontrola Bîzansê li perava bakur xurttir dimîne lê ereban li başûr bandora xwe zêdetir kiribû. Di sala 688an de, împerator Justinian II û xelîfe Abd el-Malik peymanek îmze kirin ku li gorî peymanê Qibris dê bi heman mîqdarê bacê bide Xelîfetiyê û bacê bide Împeratoriyê lê ji herduyan re jî bêalî bimîne û wekê parêzgeheke ji aliyê împeratoriyê ve were birêvebirin. Ji vê serdemê tu dêrên bîzansî nemane û girav ketiye nav serdemeke xizaniyê.[34] Dema ku împerator Nîkeforos II Fokas li bejahî û ji deryayê biserketinên biryardar bi dest dixe, serweriya bîzansî ya tevahî di sala 965an de hatiye vegerandin.[33]

    Di sala 1156an de Raynaldê Châtillon û Thoros II ê Ermenistanê di nav sê hefteyan de Qibris talan kirin ku gelek talanî şelandin û gelek welatiyên pêşeng û malbatên wan bi fîdyeyê dîl girtin ku ji bo vegerandina giravê nifş bi nifş berdewam kiribû. Çend keşîşên yewnanî hatin seqet kirin û dişînin Konstantînopolîsê.[35]

    Di sala 1185an de, Îsaak Komnenos Lu endamekî malbata împeratorî ya Bîzansê bû, Qibrîsê dagir bi dest dixe û li giravê ji împeratoriyê serbixwe bûna xwe ragihandibû. Di sala 1191ê de, di dema sefera xaçperestan a sêyem de, Richard I ê Îngilîstanê girav ji beşdarê axa xwe kiriye.[36] Wî giravê wekî baregeheke dabînkirinê ya sereke bi kar aniye ku di wê demê de ji Saracenan hinek ewlehtir bû. Piştê saleke Richard giravê difiroşê Şovalyeyên Templarê ku piştî serhildanek bi xwînî careke din dîsa şovalyeyan difiroşin Guy ji Lusignan. Birayê wî û cîgirê wî Aimery ji aliyê Henry VI, împeratorê Romayê ya pîroz ve wekê qiralê Qibrisê hatiye nas kirin.[33]

    Piştî mirina James II, padîşahê dawî ya Lusignanê, di sala 1473an de, Komara Venedîkê kontrola giravê digire destê xwe, di heman demê de jina venedîkî ya padîşahê ku di wî demê de miribû, şahbanû Catherine Cornaro, wekê pêşengeke li giravê hukumdarî kiriye.[33] Venedîk di sala 1489an de, piştî deskişandina Catherine ji textê, bi fermî padîşahiya Qibrisê beşdarê axa kiriye. Venedîkiyan bi avakirina sûrên Nîkosyayê, bajêr xurt kirin û bajarê wekê navendeke girîng a bazirganiyê bi kar anîne. Di seranserê desthilatdariya Venedîkê de, xanedaniya osmaniyan gelek caran êrîşî Qibrisê dikirin. Di sala 1539an de osmaniyan Limassol wêran kiriye û ji ber vê yekê venedîkiyan ji ber xetereya herî xirab Famagusta û Kyrenia amadekariya ewlehiya bajaran kirin.[33]

    Her çiqas arîstokrasiya Lusignan a fransî di seranserê serdema navîn de li Qibrisê wek çîna civakî ya serdest mabe jî, ew texmîna berê ku yewnanî li ser giravê tenê wekê xizmetkar dihatin dîtin êdî ji aliyê akademîsyenan ve wekê agahiyên rast nayên hesibandin.[34] Niha tê qebûlkirin ku di serdema navîn de hejmareke zêde ya yewnanên Qibrisî gihîştine çînên jorîn, rêzên navîn ên yewnanî zêde bûne û malbata padîşahî ya Lusignan bi yewnanan re zewicîne. Di nav wan de Qiral John II yê Qibrisê jî hebû ku bi Helena Palaiologina re zewiciye.[37]

    Êrîşên osmaniyan

    [biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

    Tevî berxwedana tund a niştecihên Nîkosya û Famagusta di sala 1570an de êrîşeke berfireh a Osmaniyan bi 60.000 leşkeran girav dikeve bin kontrola osmaniyan. Leşkerên osmanî yên ku Qibrîsê dagir kirin gelek welatiyên xiristiyan ên yewnanî û ermenî kuştin.[38] Elîtên latînî yên berê hatin hilweşandin û yekem guhertina demografîk a girîng ji demên kevnar ve bi avakirina civateke misilman pêk hatibû.[39] Leşkerên ku di dagir kirina giravê de şer kirin li giravê bi cih bibûn cotkar û dikankarên tirk ji Anatolyayê anîne giravê. Ev civaka nû eşîrên Anatoliyê ya sirgûnkirî, kesên "nexwestî" û endamên cûrbicûr ên mezhebên misilman ên "bi pirsgirêk", û her wiha hejmareke kesên nû yên li ser giravê jî vedihewand.[40]

    Osmaniyan sîstema feodal a berê ji holê rakir û sîstema miletî li Qibrisê bikaraniye ku li gorî wê gelên ne misilman ji aliyê otorîteyên xwe yên dînî ve dihatin birêvebirin. Berevajî rojên desthilatdariya latînî, serokê dêra Qibrisê wekî rêberê nifûsa Qibrisê ya yewnanî hatibû erkdarkirin û wekî navbeynkar di navbera qibrisiyên yewnanî yên xiristiyan û rayedarên osmanî de tevdigeriya. Vê statuyê misoger kiriye ku dêra Qibrisê di rewşekê de bû ku hewlên berfirehbûna domdar a Dêra Katolîk li ser giravê bi dawî bike.[41] Hikumdariya osmaniyan li ser Qibrisê carinan bêxem, carinan jî zordar bû ku ev yek li gorî şêwaza birêvebirina siltan û karbidestên herêmî diguherî.[38][42]

    Rêjeya misilmanan û xiristiyanan di seranserê serdema serdestiya osmaniyan de diguherî. Bi dagirgirina osmanyan re, di salên 1777 û 78an de 47.000 misilman li giravê bicih dibin ku ji 37.000 ê nifûsa xiristiyanên giravê zêder dibin.[43] Di sala 1872an de, nifûsa giravê gihîştibû 144.000 kesan ku ji wan 44.000 misilman û 100.000 xiristiyan pêk dihat. Gelheya misilman ji gelek krîpto-xiristiyanan pêk dihatin ku di nav wan de Lînobambakî jî hebû ku civateke krîpto-katolîk ku ji ber zordariya dînî ya li ser civaka katolîk ji aliyê rayedarên osmanî ve derketibû holê.[44] Piştre ev civat di dema desthilatdariya brîtanî de bi civaka tirkên Qibrîsê re asîmîle bûne.[45]

    Hê ku Şerê Serxwebûna Yewnanîstan ku di sala 1821ê de dest pê dikir, hinek yewnanên qibrisî ber bi Yewnanîstanê ve çûn da ku tevlî hêzên yewnanî bibin. Li hember vê yekê, waliyê osmanî ya Qibrisê 486 yewnanên Qibrisî yên navdar girtin û bidarve dike ku di nav wan de Serpiskoposê Qibrîsê, Kyprianos û çar keşîşên din jî hebûn.[46] Di sala 1828an de, serokkomarê yekem ê Yewnanistana nûjen Ioannis Kapodistrias daxwaza yekbûna Qibrisê bi Yewnanistanê re dike ku di encamê de gelek serhildanên biçûk pêk hatibûn.[47] Her çiqas yek ji wan jî bi ser nekeve jî bertek li hember desthilatdariya xirab a osmaniyan bibû sedema serhildanên hem qibrisên yewnanî û hem jî qibrisiyên tirkî. Piştî sedsalan ji paşguhkirina osmaniyan, xizaniya piraniya mirovan û standina bacên giran ên berdewam, neteweperestiya yewnanî zêde dike û di sedsala 20an de fikra yekîtîya bi Yewnanistana nû serbixwe re di nav qibrisiyên yewnanî de bi xurtî kok girt.

    Di bin desthilatdariya osmaniyan de, rêjeyên hejmartin, qeydkirina dibistanan û xwendin û nivîsandinê daketibû asta herî kêm bû. Ev rêjeyên piştî bidawîbûna desthilatdariya osmaniyan jî berdewam kirin û piştre careke din di sedsala bîstan de bi rêjeya xwendin û nivîsandina giravê bi awayeke bi lez zêde dibe.[48] Ev rayedarên dînî, ligel efser û pisporên leşkerî yên yewnanî ku hinek ji wan hê jî Megali Idea dişopandin, paşê rêxistina gerîla EOKA (Ethniki Organosis Kyprion Agoniston an Rêxistina Neteweyî ya Şervanên Qibrisî) damezrandin.

    Serdema brîtaniyan

    [biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
    Dîmenek ji bilindkirina ala brîtanî li Nîkosyayê.

    Piştî şerê rûs û tirkan (1877–1878) û Kongreya Berlînê, Qibris ji Împeratoriya Brîtanî re hate kirêkirin ku di sala 1878an de rêveberiya wê bi awayekî de facto girt ser xwe (her çend ji aliyê serweriyê ve, Qibris heta 5ê Mijdara 1914an, digel Misir û Sûdanê, wekî axa osmanî ya de jure ma) di berdêla garantiyên ku Brîtanya diviyabû giravê wekî bingehek bikar bîne ku osmaniyan li dijî êrîşkariya Rûsyayê biparêze.[49][50]

    Girav dê ji bo rêyên kolonyalîzmê yên Brîtanyayê wekî baregeheke leşkerî ya sereke xizmet bikira. Di sala 1906an de dema ku bendera Famagusta temam bû Qibris baregeheke deryayî ya stratejîk bû ku li ser Kanala Suezê, rêya sereke ya girîng ber bi Hindistanê ve bû ku di wê demê de milkê herî girîng ê derveyî welêt ê Brîtanyayê bû. Piştî destpêkirina Şerê Cîhanî yê Yekem û biryara xanedaniya osmanî ya tevlîbûna şer li kêleka Hêzên Navendî, di 5ê mijdara sala 1914an de Împeratoriya Brîtanî bi fermî Qibrisê beşdarê axa dike û xedîvatiya osmanî ya Misirê û Sûdanê wekî siltanî û parêzgeriya Brîtanyayê ragihand.[49][50]

    Di cotmeha sala 1915an de, Brîtanyayê Qibrisê pêşkêşî Yewnanistanê kiriye ku di bin desthilatdariya Qiral Konstantînê I ê Yewnanistanê de bû ku bi şertekî ku Yewnanistan li kêleka Brîtanyayê tevlî şer bibe û here alîkariya Serbistanê ku erkên xwe yên peymana serbi-yewnan a gulana 1913an bicih bîne.[51] Ji bo yekbûna bi Qibrisê re, "derfeteke" zêrîn da Yewnanistanê.[51] Wekî din, dema ku rêveberiya Zaimis pêşniyara Brîtanî napejirîne, "derfeteke windayî" bû.[51]

    Di sala 1923an de, li gorî Peymana Lozanê, komara Tirkiyê ya nû dest ji her îdiayek li ser Qibrisê berda û di sala 1925an de ew wekî koloniyeke taca Brîtanyayê hate ragihandin[52]. Di dema Şerê Cîhanê yê Duyem de, gelek yewnanî û tirkên Qibrisê tevlî Alaya Qibrisê dibin.

    Di vê navberê de, nifûsa yewnanî ya Qibrisê hêvî dikir ku rêveberiya brîtanî dê bibe sedema enozîsê. Fikra enosisê di dîrokê de beşek ji Megali Idea bû ku armanceke siyasî ya mezintir a dewleteke yewnanî ku herêmên bi nifûseke mezin a yewnanî yê di nav erdên dagirkiriyên xanedaniya osmanî ya berê de ku di nav de Qibris û Asyaya Biçûk hebû ku Konstantînopolîs wekê paytext dihat hesibandin, vedihewîne û ji aliyê Dêra Ortodoks a Qibrisê ve bi awayekî çalak dihate şopandin ku endamên wê li Yewnanistanê perwerde dihatin perwerdehkirin. Ev rayedarên dînî ligel efser û pisporên leşkerî yên yewnanî ku hinek ji wan hê jî Megali Idea dişopandin, paşê rêxistina gerîla EOKA (Ethniki Organosis Kyprion Agoniston an Rêxistina Neteweyî ya Şervanên Qibrisî) damezrandin.[53][54] Yewnanên Qibrisî girav wekî dîrokî Yewnanî didîtin û bawer dikirin ku yekîtî bi Yewnanistanê re mafekî xwezayî ye.[55] Di salên 1950an de, dûvçûna enosisê bû beşek ji siyaseta neteweyî ya Yewnanistanê.[56]

    Di destpêkê de tirkên Qibrisê alîgirê berdewamiya desthilatdariya brîtanî bûn.[57] Lêbelê ew ji bangên yewnanên Qibrisê ku ji bo enosisê dihat kirin aciz bûn, ji ber ku wan yekîtiya Girîtê bi Yewnanistanê re ku dibû sedema koçberiya tirkên Girîtê, wekî presedanek ku divê neyê dûrxistin didîtin û wan di bersiva çalakiya çekdarî ya EOKA de helwesteke alîgirê parçekirinê girtin.[58][59][60] Yewnanên Qibrisê giravê wekê cihwareke dîrokî ya yewnanî didîtin û bawer dikirin ku yekîtî bi Yewnanistanê re mafekî xwezayî ye.[55] Di salên 1950an de lêgerîna enosisê bûye beşek ji siyaseta neteweyî ya Yewnanîstanê.

    Di destpêkê de, tirkên Qibrisê alîgirê berdewamiya desthilatdariya brîtanî bûn. Lêbelê ew ji bangên yewnanên Qibrisî yên ji bo enosisê aciz bûn, ji ber ku wan yekîtiya Girîtê bi Yewnanistanê re ku bûye sedema koçberiya tirkên Girîtê ku wekî presedanek ku divê neyê dûrxistin didîtin û wan di bersiva çalakiya çekdarî ya EOKA de helwestek alîgirê parçekirinê girtin. Tirkên Qibrisê jî xwe wekî komeke etnîkî ya cuda ya giravê didîtin û bawer dikirin ku mafê wan ê diyarkirina çarenûsê ji yewnanên Qibrisê cuda ye. Di heman demê de di salên 1950an de, serokê tirk Menderes Qibris wekî "dirêjkirina Anatoliyê" dihesiband ku parçekirina Qibrisê li ser bingeha etnîkî red kiribû û alîgirê tevlêbûna tevahiya giravê bi Tirkiyeyê re bû. Dirûşmên neteweperest li ser fikra "Qibris Tirk e" bûn û partiya desthilatdar Qibrisê wekê beşek ji Tirkiyeyê ragihandibû ku ji bo ewlehiya wan girîng bû. Piştî ku hate fêmkirin ku rastiya ku nifûsa tirkên Qibrisê tenê ji %20ê giravavanan pêk tîne, îlheqkirina giravê ne gengaz dike ku siyaseta neteweyî hate guhertin û li cihê vê yekê dabeşkirin hatiye qebûlkirin. Dirûşma "Parvekirin an Mirin" di xwepêşandanên tirkên Qibrisê û tirkan de ku ji dawiya salên 1950î dest pê kiribû û di seranserê salên 1960î de berdewam kiribû, pir caran dihat bikar anîn. Her çend piştî konferansên Zurîh û Londonê hatiye dîtin ku Tirkiye hebûna dewleta Qibrisê qebûl dike û xwe ji siyaseta xwe ya alîgirê parçekirina giravê dûr bixe jî, armanca serokên tirk û Qibrisa tirk ew bû ku dewletek serbixwe ya Tirk li bakurê giravê ava bikin.[61][62]

    Di çileya sala 1950an de, Dêra Qibrisê di bin çavdêriya dîndaran de û bêyî beşdariya tirkên Qibrisê giştpirsiyeke li dar xistibû ku tê de %96ê yewnanên Qibrisê yên beşdar dengê xwe ji bo enosisê bikar anîbûn. Yewnanî di wê demê de (li gorî serjimêriya sala 1946) ji %80,2ê nifûsa giştî ya giravê pêk dianîn.[63][64][65] Rêveberiya Brîtanî pêşniyara xweseriya sînordarkirî di bin destûrekê de qebûk dike lê di dawiyê de vê xweseriyê nabejirîne. Di sala 1955an de rêxistina EOKA hatibû damezrandin ku bi rêya têkoşîna çekdarî yekîtîya bi Yewnanistanê re dixwestin. Di heman demê de, rêxistina berxwedana tirkan (TMT) wekê dijberiyek ji bo Taksîmê, ango parçekirinê, ji aliyê tirkên Qibrisê ve hatibû damezrandin.[66] Karbidestên brîtanî ti berteke ji bo avakirina rêxistina veşartî ya Tirkî TMT nedabûn nîşan. Sekreterê Dewletê ya Koloniyan di nameyekê de bi dîroka 15ê tîrmeha sala 1958an de şîret li parêzgerê Qibrisê kiribû ku tevî kiryarên wê yên neqanûnî jî, li dijî TMTê tevnegere da ku zirarê nede têkiliyên brîtanî yên bi hikûmeta Tirkiyê re.[62]

    Serxwebûn û tundûtûjiya di navbera civakên giravê de

    [biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
    Serokê yekem ê Qibrisê, Makaryos III (li aliyê çepê) û cîgirê yekem ê serokkomarê Qibrisê, Fazıl Küçük (li aliyê rastê)

    Di dema desthilatdariya Brîtanyayê de navbera du civakên etnîkî yên giravê de nakokî derketiye ku qibrisiyên yewnanî ku di sala 1960an de ji %77ê nifûsê giravê pêk dianîn û qibrisiyên tirk ku ji %18ê nifûsê pêk dianîn. Ji sedsala 19an û pê ve nifûsa yewnanî ya Qibrisê xebatên ji bo enosisê an jî yekîtîya bi Yewnanistanê re dane meşandin ku di salên 1950î de bûye polîtîkayeke neteweyî ya yewnanî.[67][68] Gelheya tirkên Qibrisê di destpêkê de piştgirîya berdewamiya desthilatdariya brîtanî kirine û piştre jî re daxwaza tevlêkirina giravê bi Tirkiyeyê kirine û di salên 1950an de, bi hevkariya Tirkiyeyê, siyaseta teksîmê, parçekirina Qibrisê û avakirina dewleteke tirk li bakurê giravê dane destpêkirin.[69]

    Piştî operasyoneke çekdarî ya bi pêşengiya EOKA, di sala 1960an de Qibrisê serxwebûna xwe bi dest xistibû. Li gorî Peymana Zurîh û Londonê, Qibris di 16ê tebaxa sala 1960an de bi fermî serxwebûna xwe bi dest dixe ku di wê demê nifûsa giravê 573.566 bû ku ji wan 442.138 (%77.1) yewnanî, 104.320 (%18.2) tirk û 27.108 (%4.7) ji etnîkiyên din pêk dihatin.[70] Keyaniya Yekbûyî her du Herêmên Baregehên Serwer ên Akrotiri û Dhekeliyê parastin ku di heman demê de postên hikûmetê û ofîsên giştî li gorî kotayên etnîkî hatin dabeş kirin û mafê vetoya daîmî, %30 di parlamento û rêveberiyê de dabûn kêmneteweyên tirk ên Qibrisê û mafên garantoriyê da her sê dewletên sereke.

    Lêbelê dabeşkirina desthilatdariyê wekî ku di destûrê de hatibû pêşbînîkirin, di demek kurt de bûye sedema astengiyên yasayî û nerazîbûna her du aliyan ku çekdarên neteweperest bi piştgiriya leşkerî ya Yewnanîstan û Tirkiyeyê dîsa dest bi perwerdeyê kirin. Serkirdayetiya Qibrisa yewnanî bawer dikir ku mafên ku di bin destûra bingehîn a sala 1960an de ji bo Qibrisa tirk re hatine dayîn pir berfireh in û plana Akritas amade kiriye ku armanc ew bû ku destûrê bi sûda Qibrisên yewnanî reform bike, civaka navneteweyî li ser rastbûna guhertinan razî bike û di nav çend rojan de ger tirk planê qebûl nekin wan hildin bin kontrola xwe.[71] Dema ku serokkomarê Qibrisê Serpiskopos Makarios III daxwaza guhertinên destûrî dike, alozî zêde dibin lê Tirkiyê vê guhertin red dike û di heman demê de tirkên Qibrisê jî li dijî van guhertinan derdikevin.[71]

    Di 21ê kanûna sala 1963an de, di navbera eşîrên qibrisî û yewnanî de şer û pevçûn derket û du tirkên Qibrisê di navbera wan de hatin kuştin. Piştre di şer û pêvçûnên berdewam de 364 tirk û 174 yewnanên Qibrisê hatin kuştin,[72] 109 gundên tirkan hatin vala kirin û 25–30 hezar tirkên Qibrîsê jicihwarên xwe dibin. Ev krîz bûye sedema bidawîbûna beşdariya tirkên Qibrisî di rêveberiyê de û îdiaya wan ku rewatiya xwe winda kiriye ku rastiya vê îdiayê hê jî bi nakok e. Li hinek deveran, yewnanên qibrîsî rê li ber tirkên qibrisî girtin ku rêwîtiyê bikin û bikevin avahiyên hikûmetê, di heman demê de hinek tirkên qibrisî jî bi dilxwazî ji ber bangên rêveberiya tirkên qibrisî vekişiyan.[53] Tirkên Qibrisê dest bi jiyana li enklavan kirin. Avahiya komarê bi awayekî yekalî ji aliyê Makarios ve hate guhertin û Nîkosya bi bicihkirina leşkerên UNFICYP bi xeta kesk hatiye dabeşkirin.[65]

    Di sala 1964an de Tirkiyeyê gef xwar ku li hember tundûtûjiya nav-civakî ya berdewam a Qibrisê, êrîşî Qibrisê bike lê ev yek bi telegrameke tund a serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Lyndon B. Johnson di 5ê hezîranê de hatiye rawestandin ku hişyarî da ku DYA dê di rewşa dagirkirina axa Tirkiyeyê ya ji aliyê Sovyetê ve li kêleka Tirkiyeyê nemîne. Di heman demê de di sala 1964an de enosis polîtîkayeke yewnanî bû û dê dev jê bernedaba; Makarios û serokwezîrê yewnanî Georgios Papandreou li hev kirin ku enosis divê armanca dawîn be û Qiral Konstantîn ji Qibrisê re "yekîtiyek bilez ê bi welatê sereke re" xwest. Yewnanistanê ji bo rûbirûbûna dagirkirina gendelî ya ji aliyê Tirkiyê ve 10 hezar leşker şandibû Qibrisê.[73]

    Krîza salên 1963 û 64an tundûtûjiya navcivakî yê di navbera her du civakan de zêdetir kiriye ku zêdetirî 25.000 tirkên Qibrisê koçberî enklavan dibin û dawî de radestê komara Qibrîsê dibin.[65][74]

    Derbeya sala 1974an, dagirkirin û parçebûna giravê

    [biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

    Di 15ê tîrmeha sala 1974an de, cûntaya leşkerî ya Yewnanistanê bi serokatiya Dimitrios Ioannides li Qibrisê darbeyek leşkerî pêk anî û girav bi Yewnanistanê ve girê dabû.[75][76] Darbeyê serok Makarios III ji kar dûr xistiye û li cihê wî neteweperestê alîgirê yekîtiyê Nikos Sampson anibû li ser erkê.[77] Di bersiva darbeyê de, piştê pênc rojan, di 20ê tîrmeha sala 1974an de, artêşa tirk êrîşî giravê dike û piştre giravê dagir dike ku bi îdiaya ku mafê destwerdanê ji bo vegerandina rêziknameya destûrî ji Peymana Garantiyê ya sala 1960an wergirtiye. Ev îdia ji aliyê Neteweyên Yekbûyî û civaka navneteweyî ve hatiye redkirin.[78]

    Dema ku li peravên Krenyayê, keştîyên leşkerî yên Tirkiyeyê 6.000 leşker û her weha tank, barhilgir û wesayîtên zirxî daxistin, hêza hewayî ya Tirkiyeyê dest bi bombebarankirina çeperên Yewnanistanê li Qibrisê dike û bi sedan leşkerên pereşûtvan li herêma di navbera Nîkosya û Krenyayê de hatin avêtin ku deverên bi çekdarkirî yên deverên tirk ku demek dirêj li wir ava bûbûn.[79][80]

    Piştê sê rojan dema ku agirbest hatibû pejirandin, Tirkiyeyê 30.000 leşker li ser giravê daxistibû û Krenya, korîdora ku Krenya bi Nîkosyayê ve girêdide û taxa Qibrisê ya tirk a Nîkosyayê desteser kiribû.[81] Cûntaya li Atînayê û piştre jî rejîma Sampson li Qibrisê ji desthilatdariyê ketin. Li Nîkosyayê, Glafkos Clerides bi awayekî demkî serokatiyê digire ser xwe.[81] Lê piştî danûstandinên aştiyê ya li Cenevê, hikûmeta Tirkiyeyê çeperên xwe yên Krenyayê xurt kir û di 14ê tebaxê de dest bi dagirkirina duyem kiribû.[82] Di encama dagirkirinê de Morfo, Karpas, Famagusta û Mesûrya ketin bin kontrola Tirkiyeyê.

    Zextên navneteweyî dibin sedema agirbestê û heta wê demê ji %36ê giravê ji aliyê tirkan ve hatibû dagirkirin û 180.000 yewnanên Qibrisê ji malên xwe yên li bakur hatibûn derxistin.[83] Di heman demê de, nêzîkî 50.000 tirk ber bi bakur ve hatin koçberkirin û li milkên qibrisiyên yewnanî yên koçberkirî hatibûn bi cih kirin. Ji ber ku di dema dagirkirina Qibrisê ya Tirkiyeyê ya 1974an de alavên ku ji hêla Dewletên Yekbûyî ve hatine peyda kirin bikar aniye, di nav cûrbecûr cezayên li dijî Tirkiyeyê de, di nîvê sala 1975an de Kongreya Dewletên Yekbûyî ambargoya çekan li ser Tirkiyeyê bikar tîne.[84] Di encama şerê ji 1963 heta 1974an de, 1.534 qibrisiyên yewnanî û 502 qibrisiyên tirk winda bûne.[85][86]

    Ji xeynî herêmên bingehên serwer ên akrotiri û dhekelia ku li gorî peymanên London û Zurîhê di bin kontrola Keyaniya Yekbûyî de ne, Komara Qibrisê li ser tevahiya giravê, tevî avên xwe yên behahî û herêma giravê ya aborî ya taybet, xwedî serweriya de jure ye. Lêbelê di roja îro de girav bi awayekî fiîlî li du beşên sereke hatiye dabeşkirin ku brşek herêma di bin kontrola bi bandor a Komara Qibrisê de ye ku li başûr û rojavayê giravê ye û bi qasî ji %59 ji rûbera giravê pêk tîne û beşa din jî li bakurê giravê ye ji aliyê rêveberiya tirk a nenaskirî ve tê birêvebirin ku bi qasî ji %36 ji rûbera giravê vedihewîne. Nêzîkî ji %4 ê ji rûbera giravê di bin herêma navber ya Neteweyên Yekbûyî de ye. Civaka navneteweyî beşa bakurê giravê wekî axa Komara Qibrisê ya ku ji aliyê Tirkiyê ve hatiye dagirkirin dibîne. Ev dagirkerî li gorî qanûnên navneteweyî wekî neqanûnî tê dîtin û ji dema ku Qibris bûye endamê Yekîtiya Ewropî ve wekî dagirkirina neqanûnî ya axa YEyê tê hesibandin.[87]

    Qesra serokkomariya Qibrisê, Nîkosya.

    Qibris komarek serokatiyê ye ku serokê dewletê û hikûmetê bi rêya dengdana giştî ji bo heyamek pênc salan têne hilbijartin. Desthilata cîbicîkirinê ji aliyê hikûmetê ve tê kirin ku desthilata qabûndanînê di destê meclîsa nûneran de ye lê dadwerî hem ji desthilata cîbicîkar û hem jî qanûndanînê serbixwe ye.

    Destûra Bingehîn a 1960an sîstemeke hikûmetê ya serokatiyê bi şaxên rêveberiyê ku qanûndanîn û dadweriyê ya serbixwe û her wiha sîstemeke tevlihev a kontrol û hevsengiyê ye ku di nav de rêjeyeke parvekirina desthilatdariyê ya girankirî ku ji bo parastina berjewendiyên tirkên Qibrisê hatibû çêkirin, peyda dikir. Desthilata rêveber ji aliyê serokkomarekî Qibrisê ya yewnanî û cîgirê serokkomarekî Qibrisê ya tirk ve dihat birêvebirin ku ji aliyê civakên xwe ve ji bo demên pênc salan dihatin hilbijartin û her yek ji wan xwediyê mafê vetoyê li ser hinen cureyên qanûndanîn û biryarên rêveber bûn. Desthilata qanûndanînê di destê meclîsa nûneran de bûn ku ew jî li ser bingeha lîsteyên dengdêrên cuda dihatin hilbijartin.

    Ji sala 1965an vir ve, piştî pevçûnên di navbera her du civakan de, kursiyên tirkên Qibrisê yên di Meclîsê de vala mane. Dema ku artêşa tirk sêyeka bakurê giravê dagir kiriye, di sala 1974an de Qibris bi awayeke defakto hatiye parçekirin. Tirkên Qibrisê paşê di sala 1983an de wekê Komara Tirk a Qibrisa Bakur serxwebûna xwe ragihandiye û rêveberiyeke ava kiriye ku ev serxwebûn rêveberî tenê ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye nas kirin. Di sala 1985an de KKTC destûrek pejirand û hilbijartinên xwe yên yekem li dar xist. Di heman demê de berevajiyê vê yekê Neteweyên Yekbûyî serweriya Komara Qibrisê li ser tevahiya girava Qibrisê nas dike.

    Ji sala 2007an pê ve, meclîsa nûneran 56 endamên meclîsê hebûn ku ji bo demek pênc salan bi temsîliyeta rêjeyî dihatin hilbijartin û sê endamên çavdêr jî hebûn ku kêmneteweyên ermenî, latînî û maronî temsîl dikirin. Bîst û çar kursî ji bo civaka tirk hatibûn veqetandin lê ji sala 1964an vir ve vala mane. Siyaseta giravê ji aliyê AKEL a komunîst, Mîtînga Demokratîk a lîberal û muhafezekar, Partiya Demokratîk a navendî û EDEK a sosyaldemokrat ve dihate kontrol kirin.[88]

    Di sala 2008an de Dimitris Christofias bû yekem serokê dewletê yê Komunîst ê welêt. Ji ber tevlêbûna wî di krîza darayî ya Qibrisê ya salên 2012 û 2013an de, Christofias di sala 2013an de ji bo hilbijartinê nehat hilbijartin. Di hilbijartinên serokkomariyê ya di sala 2013an de namzedê Mîtînga Demokratîk Nicos Anastasiades bi %57.48ê dengan bi dest xist. Di encamê de, Anastasiades di 28ê Sibata 2013an de sond xwar. Anastasiades di hilbijartinên serokkomariyê yên 2018an de bi %56ê dengan ji nû ve hate hilbijartin.[89][90] Di 28ê Sibata 2023an de, Nikos Christodoulides, serketîyê gera duyemîn a hilbijartinên serokkomariyê yên 2023an, wekî heştemîn serokê Komara Qibrisê sond xwariye.[91]

    Dabeşkirinên îdarî

    [biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

    Komara Qibrisê ji şeş herêmên îdarî yên wekê Nîkosya, Famagusta, Krenya, Larnaca, Limassol û Paphosê pêk tê.[92]

    Enklav û eksklav

    [biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

    Qibris ji çar herêmên eksklav pêk tê ku hemî di bin axa herêma bingeha serwer a brîtanî ya Dhekeliyê de ne. Du herêmên pêşîn gundên Ormidhia û Xylotymvou ne û herêma sêyem Santrala Elektrîkê ya Dhekelia ye ku bi rêyeke Brîtanî ve dibe du beş. Beşa bakur wargeha penaberên EAC ye û beşa başûr jî her çiqas li kêleka deryayê be jî di heman demê de herêmeke enklav e ji ber ku avên wê yên herêmî nînin û ew jî avên Keyaniya Yekbûyî ye.[93]

    Herêma navber a NY li hember Dhekeliyê dirêj dibe û ji aliyê rojhilat ve li hember Ayios Nikolaos dîsa bilind dibe û bi korîdorek bejahî ya zirav bi mayî ya Dhekeliyê ve girêdayî ye. Her çend ne de jure be jî, bi vî awayî, herêma navber herêma Paralimni ya li quncika başûrê rojhilatê giravê vediguherîne herêmek de faktoyê.

    Artêşa Neteweyî ya Qibrisê saziya leşkerî ya sereke ya komara Qibrisê ye. Artêş hêzek çekdarî ya hevbeş e ku ji yekîneyên bejahî, hewayî û deryayî pêk tên. Di demên berê de ji hemî welatiyên mêr dihat xwestin ku piştê temenê ya 17 salî yên xwe 24 mehan di artêşa neteweyî de xizmetê bikin lê di sala 2016an de ev heyama xizmeta mecbûrî dakete 14 mehan.[94]

    Salane nêzîkî 10.000 kes ji bo xizmeta leşkerî beşdarê artêşê dibin. Kesên ku dibin leşker li gorî pisporiya wan, ji bo kampên perwerdehiyê yên taybet an jî yekîneyên operasyonel têne veguhastin.

    Her çiqas heta sala 2016an hêzên çekdar bi piranî ji bo leşkeriya kesên ku ji bo leşkeriya mecbûrî pêk hatibin jî, ji wî demê ve saziyeke mezin a profesyonel a leşkerî (ΣΥΟΠ) hatiye ava kirin ku digel kêmkirina xizmeta leşkerî ya mecbûrî rêjeyek nêzîkî 3/1 di navbera leşkerên mecbûrî û profesyonel de çêdike.

    Qanûn, dadwerî û mafên mirovan

    [biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
    Avahiya dadgeha bilind a dadê ya Qibrîsê.

    Polîsê Qibrisê (bi yewnanî: Αστυνομία Κύπρου, bi tirkî: Kıbrıs Polisi) yekane xizmeta polîsê neteweyî ya Komara Qibrisê ye û ji sala 1993an vir ve di bin wezareta dad û pergala giştî de ye.

    Di "azadiya li cîhanê 2011" de, Freedom House Qibrisê wekî "welateke azad" nirxandiye. Di çileya sala 2011an de, Raporta Ofîsa Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî li ser Mafên Mirovan li Qibrisê diyar kiriye ku dabeşkirina berdewam a Qibrisê bandorê li mafên mirovan li seranserê giravê kiriye ku di nav de "azadiya tevgerê, mafên mirovan ên têkildarî mijara kesên winda, cudakarî, mafê jiyanê, azadiya dînî û mafên aborî, civakî û çandî".[95] Balkêşiya berdewam li ser dabeşkirina giravê carinan dikare pirsgirêkên din ên mafên mirovan veşêre.[96] Li giravê laşfiroşî pir belav e û girav ji ber rola xwe di bazirganiya seksê de wekê yek ji rêyên sereke yên bazirganiya mirovan ji Ewropaya Rojhilat rexne lê hatiye kirin.

    Di sala 2014an de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ferman daye Tirkiyeyê ku ji bo dagirkirina Qibrisê zêdetirî 100 milyon dolar tezmînat bide. Li gel vê yekê hikûmeta tirk ragihandiye ku ew ê vê biryarê paşguh bike. Ev binpêkirin û talankirina xezîneyên çandî, wêrankirina bi zanebûn a dêran, paşguhkirina berhemên hunerî û guhertina navên cihên dîrokî yên girîng ku ji hêla Konseya Navneteweyî ya Abîdeyan û Cihên Dîrokî ve hate şermezarkirin, vedihewîne. Hadjisavvas îdia kiriye ku ev kiryar ji ber polîtîkaya Tirkiyê ya jiholêrakirina hebûna yewnaniyan a li Qibrisa bakur di çarçoveya paqijiya etnîkî de ne. Lê hinek sûcdar tenê ji ber çavbirçîtiyê ne û li pey qezencê ne.

    Bankeya Navendî ya Qibrisê

    Di destpêka sedsala 21an de Qibris xwedî aboriyeke xizmetguzariyê ya geş bû ku giravê kiribû dewlemendtirîn welatên di nav deh welatên ku di sala 2004an de tevlî Yekîtiya Ewropayê bibûn.[97] Lêbelê aboriya Qibrisê paşê ji ber krîza darayî ya sala 2008an û krîza herêma euroyê zirar dibîne. Di hezîrana sala 2012an de hikûmeta Qibrisê ragihandiye ku ew ê ji bo piştgiriya Banka Gel a Qibrisê hewceyê 1.8 milyar euro alîkariya biyanî be û piştî vê yekê Fitchê nirxandina krediyê ya Qibrisê daxist rewşa bêkêr.[98] Di heman demê de Fitchê diyar kiriye ku Qibris dê ji bo piştgiriya bankayên xwe hewceyê 4 milyar euroyên din be û daketina pilebilind ji ber bandora krîza deynê hikûmeta Yewnanîstanê li ser Bank of Cyprios, Cyprus Popular Bank û Hellenic Bank ku sê bankayên herî mezin ên Qibrisê bû.[98]

    Krîza darayî ya Qibrisê ya salên 2012-2013an bûye sedema rêkevtinekê bi eurogroupê re ku di adara sala 2013an de ji bo dabeş kirina Banka Gel ya Qibrisê ji bo bankeyek "xirab" ku bi demê re were girtin û bankeke "baş" ku ji aliyê Banqa Qibrisê ve hatiye kirîn. Li hember alîkariya darayî ya 10 milyar euroyî ya ji Komîsyona Ewropî, Banka Navendî ya Ewropî û Fona Pereyan a Navneteweyî ku pir caran wekî "troîka" tê binavkirin, ji hikûmeta Qibrisê hate xwestin ku ji bo depozîtên (diravdan) bê sîgorte ku beşek mezin ji wan ji aliyê rûsên dewlemend ve dihat girtin ku Qibris wekê bihuşteke bacê bi kar dianîn, fermaneke girîng bide.[99][100][101]

    Her çend hinekî li jêr navînîya Yekîtiya Ewropayê be jî Qibrisê di salên 2010an de başbûneke aborî ya baş bi dest xistiye û li gorî texmînên Fona Pereyan a Navneteweyî ya 2023an, dahata kesaneya Qibrisê bi qasî 54,611 dolarî dahata herî bilind li Başûrê Ewropayê ye.[102][103] Geştiyarî, xizmetguzariyên darayî û keştîvanî beşên girîng ên aboriyê ne û Qibris ji ber rêjeyên bacê yên kêm û hêsaniya kirina vekirina karsaziyan ji bo karsazên biyanî wekê bingehek karsaziyê ya derveyî welat hatiye dîtin. Ji ber ku hikûmetên Qibrisê giranî dane ser bicihanîna pîvanên ji bo tevlêbûna Yekîtiya Ewropayê di salên 1980 û 1990î de mezinbûneke aboriya xurt bi dest xistiye. Hikûmeta Qibrisê di 1ê çileya sala 2008an de euroyê wekê pereyê neteweyî pejirandiye û li cihê pereyê Qibrisê euro wekê pereyê neteweyî pejirandiye.[97]

    Di navbera salên 1961 û 2003an de zêdebûna nifûsa Qibrîsê (hejmarên tevahiya giravê ye ku koçberên tirk ên ku li bakurê Qibrisê dijîn tê de nîne)

    Li gorî daneyên ku li ser malpera Komara Qibrisê hatiye weşandin, di Serjimêriya sala 2021an de nifûsa deverên di bin kontrola hikûmetê de 918.100 kes in û bajarê herî qerebalixê giravê Nîkosya (38%) ye û piştre jî bajarê Limassolê (28%) ye.[104] Herêma metropolî ya Nîkosyayê ku ji heft şaredariyan pêk tê, bi qasî nifûsa 255.309 kesî, mezintirîn herêma bajarî ya li ser erdê giravê ye.[105]

    Li gorî yekem serjimêriya nifûsê piştî serxwebûnê ku di kanûna sala 1960an de hatibû ragihandin ku tevahiya giravê vedigira, nifûsa Qibrisê 573.566 kes bû ku ji wan 442,138 (%77.1) yewnan, 104.320 (%18.2) tirk û 27.108 (%4.7) kes jî ji neteweyên din bûn.[106] Li gorî daneyên CIA World Factbookê ku di sala 2001ê de hatiye weşandin, yewnanên Qibrîsê ji %77, tirkên Qibrisê ji %18 û neteweyên din jî ji %5 ê ji nifûsa giştî ya Qibrisê pêk tînin.[107][108]

    Ji ber aloziyên etnîkî yên di navbera civakan de ku di navbera salên 1963 û 1974an de qewimiye, serjimêriya li seranserê giravê ne dihat kirin. Lêbelê hikûmeta Qibrisê di sala 1973an de bêyî nifûsa tirkên Qibrisê serjimêrîyek pêk anibû.[109] Li gorî vê serjimêriyê, nifûsa Qibrisê ya yewnanî 482.000 bû. Piştê salekî, di sala 1974an de, Daîreya Statîstîk û Lêkolînê ya hikûmeta Qibrisê nifûsa giştî ya Qibrisê wekî 641.000 texmîn kiriye ku ji wan 506.000 (%78.9) yewnanî û 118.000 kes jî (%18.4) tirk bûn.[110] Piştî dagirkirina leşkerî ya beşek ji giravê di sala 1974an de, hikûmeta Qibrisê şeş ​​serjimêrên din di salên 1976, 1982, 1992, 2001, 2011 û 2021an de pêk anî ku van serjimêran nifûsa tirk a ku li deverên ne-kontrola hikûmetê yên giravê dijiyan, tê de tunebûn.

    Ji xeynî vê, Komara Qibrisê malavaniya 110.200 niştecihên daîmî yên biyanî dike û tê texmînkirin ku 10.000-30.000 koçberên neqanûnî yên bê nasname li giravê hene.[111] Di sala 2011an de, 10.520 kesên ku bi eslê xwe rûsî bûn li Qibrisê dijiyan.[112][113]

    Li gorî serjimêriya sala 2006an a ku li bakurê Qibrisê hatiye kirin, 256.644 (de jure) kes li bakurê Qibrisê dijiyan. Di nav van de 178.031 welatiyên Qibrisa Bakur bûn ku ji wan 147.405 kes li Qibrisê ji dayik bûne (112.534 ji bakur; 32.538 ji başûr; 371 kesan diyar nekir ku ji kîjan herêma Qibrisê ne); 27.333 li Tirkiyeyê ji dayik bûne; 2.482 li Keyaniya Yekbûyî û 913 li Bulgaristanê ji dayik bûne. Ji 147.405 welatiyên li Qibrisê ji dayik bûne, 120.031 kes dibêjin ku her du dêûbavên wan li Qibrisê ji dayik bûne; 16.824 dibêjin ku her du dêûbav li Tirkiyeyê ji dayik bûne; 10.361 kesan yek ji dêûbavan li Tirkiyeyê û yek jî li Qibrisê ji dayik bûne.[114]

    Di sala 2010an de, Koma Krîza Navneteweyî texmîn kiriye ku nifûsa giştî ya giravê 1.1 milyon e[115] ku ji wan nêzîkî 300.000 niştecih li bakur bûn dibe ku nîvê wan an li Tirkiyeyê ji dayik bûn an jî zarokên koçber in.[115]

    Haplogrupên Y-Dna li Qibrisê bi frekansên jêrîn têne dîtin: J (ji %43.07 tevî ji %6.20 J1), E1b1b (%20.00), R1 (%12.30 tevî %9.2 R1b), F (%9.20), I (%7.70), K (%4.60), A (%3.10).[116] Haplogrupên J, K, F û E1b1b ji rêzên bi belavbûna cûda yên di nav Rojhilata Navîn, Bakurê Afrîkayê û Ewropayê de pêk tên.

    Li derveyî Qibrisê, li Keyaniya Yekbûyî, Awistralya, Kanada, Dewletên Yekbûyî, Yewnanistan û Tirkiyeyê dîyasporayên girîng û geş hene - hem dîyaspora yewnanî ya qibrisî û hem jî dîyaspora tirk ên qibrisî hene.

    Li gorî daneyên ku ji aliyê Konseya Ewropayê ve hatiye weşandin, li Qibrisê nêzîkî 1.250 roman dijîn.[117]

    Piraniya yewnanên Qibrisê xwe wekê Xiristiyan, bi taybetî Ortodoksên Yewnanî, nas dikin[118] û piraniya tirkên Qibrisê peyrewên Îslama Sunnî ne. Serokkomarê yekem ê Qibrisê, Makarios III, serpiskopos bû.

    Tekkeya Hala Sultan li nêzîkî Gola Xwê ya Larnakayê ye û ji bo misilmanan cihê ziyaretê ye.

    Li gorî serjimêriya sala 2001ê ku li deverên di bin kontrola hikûmetê de hatiye kirin[119] ji %94.8ê nifûsê ortodoksên rojhilat, ji %0.9 ermenî û maronî, ji %1.5 katolîkên latînî, ji %1.0 dêra îngilîstanê û ji %0.6 misilman bûn. Di heman demê de li Qibrisê civatek cihûyan jî heye.[120]

    Zimanê yewnanî û tirkî li Qibrisê zimanên fermî ne.[121] Zimanê ermenî û erebîya maronî ya Qibrisê wekê zimanên kêmneteweyan têne nas kirin.[122] Her çend statuyeke fermî nebe jî, li giravê zimanê îngilîzî bi berfirehî tê axaftin û li ser nîşaneyên rê û di agahdarî û reklaman de bi firehî cih digire.[123] Zimanê îngilîzî di dema desthilatdariya kolonyalîzma brîtanî de zimanê fermî yê yekane bû û heta sala 1960an lingua fransa bû û heta sala 1989an di dadgehan de û heta sala 1996an jî di qanûndanînê de (de facto) dihat bikaranîn. Di sala 2010an de ji %80,4ê qibrisiyan zimanê Îngilîzî wekî zimanê duyem bikar dianîn. Zimanê rûsî di nav kêmneteweyên welêt, niştecih û welatiyên welatên piştî Sovyetê û yewnanên Pontusê de bi berfirehî tê axaftin. Bi taybetî li Limassol û Paphosê zimsnê rûsî, piştî îngilîzî û yewnanî, zimanê sêyem e ku li ser gelek nîşane dikan û xwaringehan tê bikar anîn. Di heman demê de li gorê daneyên di sala 2006an ji %12ê nifûsê bi zimanê fransî û ji %5ê nifusê jî bi zimanê almanî diaxivîn.[124]

    1. ^ Farqînî, Zana (2004). Ferhenga kurdî-tirkî. Stembol: Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê. r. 1510. Qibris
    2. ^ Îzolî, D. (2007). Ferheng: kurdî-tirkî, Türkçe-Kürtçe. Amed: Deng. r. 1151. Qibris
    3. ^ a b New Redhouse sözlüğü. Türkçe-İngilizce. Stembol, 1968. r. 649
    4. ^ Dixwazin dîsa dagir bikin - Modela Qibrîs û Rojava dibe yek - Federasyon (bi îngilîzî), roja gihiştinê 13 çiriya paşîn 2025
    5. ^ "Ajansa AA bikaranîna navê Qibrîsê". www.aa.com.tr. Roja gihiştinê 13 çiriya paşîn 2025.
    6. ^ Çerkez Bakayev (1983). Osnovy kurdskoy orfografii. Moskva: Nauka. r.195
    7. ^ Environment, Amber Pariona in (4 tebax 2017). "Biggest Islands In The Mediterranean Sea By Area". WorldAtlas (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 22 çiriya pêşîn 2025.
    8. ^ Facts, Oishimaya Sen Nag in World (15 tebax 2017). "The Most Populated Islands In The Mediterranean Sea". WorldAtlas (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 22 çiriya pêşîn 2025.
    9. ^ "Census of Population and Housing 2021: Final Results - Gov.cy". www.gov.cy (bi îngilîziya amerîkî). 9 tebax 2024. Roja gihiştinê 22 çiriya pêşîn 2025.
    10. ^ Strange, John (1980). Caphtor/Keftiu: A New Investigation (bi îngilîzî). Brill Archive. ISBN 978-90-04-06256-6.
    11. ^ "Palaeolexicon - Word study tool of ancient languages". palaeolexicon.com. Roja gihiştinê 24 çiriya pêşîn 2025.
    12. ^ Simkin, O. B. (11 adar 2011). "Greek Etymology - (R.) Beekes Etymological Dictionary of Greek. In two volumes. With the assistance of Beek L. van. (Leiden Indo-European Etymological Dictionary Series, Volume 10.) Pp. xlviii + 1808. Leiden and Boston: Brill, 2010. Cased, €399, US$590. ISBN: 978-90-04-17418-4 (set)". The Classical Review. 61 (1): 1–3. doi:10.1017/s0009840x10001629. ISSN 0009-840X.
    13. ^ Our options. The MIT Press. 2012. ISBN 978-0-262-30606-5.
    14. ^ "Shimon Wdowinski: Research: Eastern Mediterranean". faculty.fiu.edu. Roja gihiştinê 22 çiriya pêşîn 2025.
    15. ^ "Countries or areas / geographical regions". unstats.un.org. Roja gihiştinê 23 çiriya pêşîn 2025.
    16. ^ Dinerstein, Eric; Olson, David; Joshi, Anup; Vynne, Carly; Burgess, Neil D.; Wikramanayake, Eric; Hahn, Nathan; Palminteri, Suzanne; Hedao, Prashant; Noss, Reed; Hansen, Matt; Locke, Harvey; Ellis, Erle C; Jones, Benjamin; Barber, Charles Victor (2017). "An Ecoregion-Based Approach to Protecting Half the Terrestrial Realm". BioScience (bi îngilîzî). 67 (6): 534–545. doi:10.1093/biosci/bix014. ISSN 0006-3568. PMC 5451287. PMID 28608869.
    17. ^ Grantham, H. S.; Duncan, A.; Evans, T. D.; Jones, K. R.; Beyer, H. L.; Schuster, R.; Walston, J.; Ray, J. C.; Robinson, J. G.; Callow, M.; Clements, T.; Costa, H. M.; DeGemmis, A.; Elsen, P. R.; Ervin, J. (8 kanûna pêşîn 2020). "Anthropogenic modification of forests means only 40% of remaining forests have high ecosystem integrity". Nature Communications (bi îngilîzî). 11 (1): 5978. doi:10.1038/s41467-020-19493-3. ISSN 2041-1723. PMC 7723057. PMID 33293507.
    18. ^ Tsakalos, Evangelos; Efstratiou, Nikos; Bassiakos, Yannis; Kazantzaki, Maria; Filippaki, Eleni (1 tebax 2021). "Early Cypriot Prehistory". Current Anthropology (bi îngilîzî). 62 (4): 412–425. doi:10.1086/716100. ISSN 0011-3204.
    19. ^ "Wayback Machine" (PDF). www.asor.org. Ji orîjînalê (PDF) di 6 hezîran 2016 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 23 çiriya pêşîn 2025.
    20. ^ Bar-Yosef Mayer, Daniella E.; Kahanov, Yaacov; Roskin, Joel; Gildor, Hezi (2 îlon 2015). "Neolithic Voyages to Cyprus: Wind Patterns, Routes, and Mechanisms". Journal of Island and Coastal Archaeology. 10 (3): 412–435. doi:10.1080/15564894.2015.1060277. ISSN 1556-4894.
    21. ^ "Study traces cat's ancestry to Middle East (Published 2007)" (bi îngilîzî). 29 hezîran 2007. Roja gihiştinê 24 çiriya pêşîn 2025.
    22. ^ Cnn, ByMarsha. "CNN.com - Ancient burial looks like human and pet cat - Apr 9, 2004". edition.cnn.com. Roja gihiştinê 24 çiriya pêşîn 2025. {{cite web}}: |paşnav= sernavekî giştî bi kar tîne (alîkarî)
    23. ^ Faunal Extinction in an Island Society.
    24. ^ Knapp, A. Bernard; Meyer, Nathan (2023). "Merchants and Mercantile Society on Late Bronze Age Cyprus". American Journal of Archaeology. 127 (3): 309–338. doi:10.1086/724597. ISSN 0002-9114.
    25. ^ 1177 B.C.
    26. ^ Thomas, Carol G.; Conant, Craig (2005). The Trojan war. Greenwood guides to historic events of the ancient world. Westport (Conn.): Greenwood press. ISBN 978-0-313-32526-7.
    27. ^ A.d. Lacy (bi îngilîzî). Taylor & Francis.
    28. ^ a b "Wayback Machine" (PDF). tile.loc.gov. Roja gihiştinê 26 çiriya pêşîn 2025.
    29. ^ The Trojan War.
    30. ^ "The Shelby White & Leon Levy Program: Hadjisavvas". www.fas.harvard.edu. Roja gihiştinê 26 çiriya pêşîn 2025.
    31. ^ "Arrian, Anabasis, book 3, chapter 6, section 3". www.perseus.tufts.edu. Roja gihiştinê 26 çiriya pêşîn 2025.
    32. ^ a b "Cyprus : a country study". The Library of Congress (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 28 çiriya pêşîn 2025.
    33. ^ a b c d e "Wayback Machine" (PDF). tile.loc.gov. Roja gihiştinê 28 çiriya pêşîn 2025.
    34. ^ a b Kaldellis, Anthony (2011). "D. M. Metcalf, Byzantine Cyprus, 491–1191. (Texts and Studies in the History of Cyprus, 62.) Nicosia: Cyprus Research Centre, 2009. Pp. 659; 29 black-and-white figures and tables". Speculum. 86 (2): 530–532. doi:10.1017/s0038713411000492. ISSN 0038-7134.
    35. ^ Lembright, Robert (1996). "Byzantium: The Decline and Fall". History: Reviews of New Books. 24 (4): 185–185. doi:10.1080/03612759.1996.9952538. ISSN 0361-2759.
    36. ^ A History of the Middle Ages, 300-1500.
    37. ^ Arbel, Benjamin (15 nîsan 2013). "Intercultural Contacts in the Medieval Mediterranean". Medieval Mediterranean. doi:10.4324/9780203724835.
    38. ^ a b "Cyprus - OTTOMAN RULE". countrystudies.us. Roja gihiştinê 29 çiriya pêşîn 2025.
    39. ^ Mallinson, Bill; Mallinson, William (27 gulan 2005). Cyprus: A Modern History (bi îngilîzî). Bloomsbury Academic. ISBN 978-1-85043-580-8.
    40. ^ Jennings, Ronald C. (1993). Christians and Muslims in Ottoman Cyprus and the Mediterranean world, 1571-1640. New York University studies in Near Eastern civilization. New York: New York University Press. ISBN 978-0-8147-4181-8.
    41. ^ "Wayback Machine" (PDF). www.mfa.gov.cy. Roja gihiştinê 29 çiriya pêşîn 2025.
    42. ^ Pericleous, Chrysostomos (17 hezîran 2009). Cyprus Referendum: A Divided Island and the Challenge of the Annan Plan (bi îngilîzî). I.B.Tauris. ISBN 978-0-85771-193-9.
    43. ^ Hatay, Mete (2007). Is the Turkish Cypriot population shrinking? an overview of the ethno-demography of Cyprus in the light of the preliminary results of the Turkish-Cypriot census. PRIO report. Oslo: International Peace Research Institute. ISBN 978-82-7288-244-9.
    44. ^ Jennings, Ronald (1 tebax 1992). Christians and Muslims in Ottoman Cyprus and the Mediterranean World, 1571-1640 (bi îngilîzî). NYU Press. ISBN 978-0-8147-4318-8.
    45. ^ Cyprus.
    46. ^ Mirbagheri, Farid (1 çiriya pêşîn 2009). Historical Dictionary of Cyprus (bi îngilîzî). Bloomsbury Publishing PLC. ISBN 978-0-8108-6298-2.
    47. ^ Mallinson, Bill (2005). Cyprus: a modern history. London ; New York: I.B. Tauris. ISBN 978-1-85043-580-8.
    48. ^ Baten, Joerg; International Economic History Association, edîtor (2022). A history of the global economy: from 1500 to the present. Cambridge, United Kingdom ; New York, NY: Cambridge University Press. ISBN 978-1-107-10470-9.
    49. ^ a b "Treaty of Lausanne - World War I Document Archive". wwi.lib.byu.edu (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 30 çiriya pêşîn 2025.
    50. ^ a b "Wayback Machine" (PDF). tile.loc.gov. Roja gihiştinê 30 çiriya pêşîn 2025.
    51. ^ a b c Geronymaki, Kalliopi (2024). "A Front for 'Humanity' Greek and Greek Cypriot Orthodox Advocates Between Anti-colonialism, Self-determination and Enosis (1950–1960)". The International History Review. 46 (6): 733–751. doi:10.1080/07075332.2024.2374522. ISSN 0707-5332.
    52. ^ "Wayback Machine" (PDF). tile.loc.gov. Roja gihiştinê 2 çiriya paşîn 2025.
    53. ^ a b Ker-Lindsay, James (21 nîsan 2011). The Cyprus Problem: What Everyone Needs to Know (bi îngilîzî). Oxford University Press, USA. ISBN 978-0-19-975716-9.
    54. ^ Lange, Matthew (12 kanûna pêşîn 2011). Educations in Ethnic Violence: Identity, Educational Bubbles, and Resource Mobilization (bi îngilîzî). Cambridge University Press. ISBN 978-1-139-50544-4.
    55. ^ a b Diez, Thomas (2002). The European Union and the Cyprus Conflict: Modern Conflict, Postmodern Union (bi îngilîzî). Manchester University Press. ISBN 978-0-7190-6079-3.
    56. ^ Huth, Paul (20 tebax 2009). Standing Your Ground: Territorial Disputes and International Conflict (bi îngilîzî). University of Michigan Press. ISBN 978-0-472-02204-5.
    57. ^ Papadakis, Yiannis; Peristianis, Nicos; Welz, Gisela (18 tîrmeh 2006). Divided Cyprus: Modernity, History, and an Island in Conflict (bi îngilîzî). Indiana University Press. ISBN 978-0-253-11191-3.
    58. ^ Isachenko, D. (20 adar 2012). The Making of Informal States: Statebuilding in Northern Cyprus and Transdniestria (bi îngilîzî). Springer. ISBN 978-0-230-39206-9.
    59. ^ Pericleous, Chrysostomos (17 hezîran 2009). Cyprus Referendum: A Divided Island and the Challenge of the Annan Plan (bi îngilîzî). I.B.Tauris. ISBN 978-0-85771-193-9.
    60. ^ Mirbagheri, Farid (2010). Historical dictionary of Cyprus. Historical dictionaries of Europe. Lanham, Md: Scarecrow Press. ISBN 978-0-8108-5526-7.
    61. ^ Özkan (Ozkan), Behlül (Behlul) (26 hezîran 2012). From the Abode of Islam to the Turkish Vatan: The Making of a National Homeland in Turkey (bi îngilîzî). Yale University Press. ISBN 978-0-300-18351-1.
    62. ^ a b Cipro oggi.
    63. ^ Grob-Fitzgibbon, Benjamin (2011). Britain and the World: Imperial Endgame: Britain's Dirty Wars and the End of Empire. Britain and the World Ser. London: Palgrave Macmillan Limited. ISBN 978-0-230-30038-5.
    64. ^ Tatum, Dale C. (22 çiriya pêşîn 2002). Who Influenced Whom?: Lessons from the Cold War (bi îngilîzî). Bloomsbury Publishing PLC. ISBN 978-0-7618-2444-2.
    65. ^ a b c Hoffmeister, Frank (2006). Legal Aspects of the Cyprus Problem: Annan Plan And EU Accession (bi îngilîzî). Martinus Nijhoff Publishers. ISBN 978-90-04-15223-6.
    66. ^ "Politics". www.cyprus-conflict.net. Ji orîjînalê di 5 hezîran 2008 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 2 çiriya paşîn 2025.
    67. ^ Ker-Lindsay, James; Faustmann, Hubert (2009). The Government and Politics of Cyprus (bi îngilîzî). Peter Lang. ISBN 978-3-03911-096-4.
    68. ^ Mirbagheri, Farid (1 çiriya pêşîn 2009). Historical Dictionary of Cyprus (bi îngilîzî). Bloomsbury Publishing PLC. ISBN 978-0-8108-6298-2.
    69. ^ Trimikliniotis, Nicos; Bozkurt, Umut (26 çiriya paşîn 2012). Beyond a Divided Cyprus: A State and Society in Transformation (bi îngilîzî). Springer. ISBN 978-1-137-10080-1.
    70. ^ "Cyprus - Population". countrystudies.us. Roja gihiştinê 7 çiriya paşîn 2025.
    71. ^ a b "Cyprus - THE REPUBLIC OF CYPRUS". countrystudies.us. Roja gihiştinê 7 çiriya paşîn 2025.
    72. ^ The Road to Bellapais.
    73. ^ Mirbagheri, Farid (1 gulan 2014). Cyprus and International Peacemaking 1964-1986 (bi îngilîzî). Routledge. ISBN 978-1-136-67752-6.
    74. ^ "Cyprus - Intercommunal Violence". countrystudies.us. Roja gihiştinê 11 çiriya paşîn 2025.
    75. ^ Papadakis, Yiannis (1 îlon 2003). "Nation, narrative and commemoration: political ritual in divided Cyprus". History and Anthropology. 14 (3): 253–270. doi:10.1080/0275720032000136642. ISSN 0275-7206.
    76. ^ Atkin, Nicholas; Biddiss, Michael; Tallett, Frank (23 gulan 2011). The Wiley-Blackwell Dictionary of Modern European History Since 1789 (bi îngilîzî). John Wiley & Sons. ISBN 978-1-4443-9072-8.
    77. ^ "CYPRUS: Big Troubles over a Small Island". TIME.com. Ji orîjînalê di 21 kanûna pêşîn 2011 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 11 çiriya paşîn 2025.
    78. ^ Gray, Christine (17 tîrmeh 2008). International Law and the Use of Force (bi îngilîzî). OUP Oxford. ISBN 978-0-19-102162-6.
    79. ^ Theodoracopulos, Taki (1978). The Greek Upheaval: Kings, Demagogues, and Bayonets (bi îngilîzî). Caratzas Bros. ISBN 978-0-89241-080-4.
    80. ^ Division, Library of Congress Federal Research (1993). Cyprus: A Country Study (bi îngilîzî). Federal Research Division, Library of Congress. ISBN 978-0-8444-0752-4.
    81. ^ a b O'Malley, Brendan; Craig, Ian (25 hezîran 2001). The Cyprus Conspiracy: America, Espionage and the Turkish Invasion (bi îngilîzî). I.B.Tauris. ISBN 978-0-85773-016-9.
    82. ^ Bose, Sumantra (1 tîrmeh 2009). Contested Lands: Israel-Palestine, Kashmir, Bosnia, Cyprus, and Sri Lanka (bi îngilîzî). Harvard University Press. ISBN 978-0-674-02856-2.
    83. ^ Congressional Record, V. 147, Pt. 3, March 8, 2001 to March 26, 2001.
    84. ^ Campany, Richard C. (1986). Turkey and the United States: the arms embargo period. New York: Praeger. ISBN 978-0-275-92141-5.
    85. ^ "Over 100 missing identified so far". Ji orîjînalê di 27 îlon 2007 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 11 çiriya paşîn 2025.
    86. ^ "Missing cause to get cash injection". Ji orîjînalê di 30 îlon 2007 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 11 çiriya paşîn 2025.
    87. ^ Ker-Lindsay, James; Faustmann, Hubert; Mullen, Fiona (3 gulan 2011). An Island in Europe: The EU and the Transformation of Cyprus (bi îngilîzî). Bloomsbury Academic. ISBN 978-1-84885-678-3.
    88. ^ DotNetNuke. "Democratic Party (DH.KO) > Το Κόμμα > Διακήρυξη". www.diko.org.cy (bi îngilîziya amerîkî). Ji orîjînalê di 11 hezîran 2007 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 12 çiriya paşîn 2025.
    89. ^ Σύνταξης, Αίθουσα (4 sibat 2018). "Νικητής των εκλογών στην Κύπρο με 56% ο Νίκος Αναστασιάδης". Tribune.gr (bi yûnanî). Roja gihiştinê 12 çiriya paşîn 2025.
    90. ^ "Cyprus country profile". BBC News (bi îngilîziya brîtanî). 1 adar 2012. Roja gihiştinê 12 çiriya paşîn 2025.
    91. ^ "New Cyprus president sworn in". France 24 (bi îngilîzî). 28 sibat 2023. Roja gihiştinê 12 çiriya paşîn 2025.
    92. ^ "EUROPA - The EU at a glance - Maps - Cyprus". europa.eu (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 12 çiriya paşîn 2025.
    93. ^ "Cyprus". geosite.jankrogh.com. Roja gihiştinê 12 çiriya paşîn 2025.
    94. ^ "Cyprus Drastically Reduces Mandatory Army Service to 14 Months | GreekReporter.com". greece.greekreporter.com (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 12 çiriya paşîn 2025.
    95. ^ "Wayback Machine" (PDF). www2.ohchr.org. Roja gihiştinê 12 çiriya paşîn 2025.
    96. ^ "U.S. Department of State, Human Rights Reports for 1999:Cyprus". www.asylumlaw.org. Ji orîjînalê di 14 gulan 2011 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 12 çiriya paşîn 2025.
    97. ^ a b "Government Web Portal - Areas of Interest". www.cyprus.gov.cy. Ji orîjînalê di 23 hezîran 2012 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 13 çiriya paşîn 2025.
    98. ^ a b "Cyprus's credit rating cut to junk status by Fitch". BBC News (bi îngilîziya brîtanî). 25 hezîran 2012. Roja gihiştinê 13 çiriya paşîn 2025.
    99. ^ "Rate limit reached". wayback.archive-it.org. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 11 çiriya pêşîn 2017. Roja gihiştinê 13 çiriya paşîn 2025.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
    100. ^ Michele Kambas, Karolina Tagaris. "Cyprus banks remain closed to avert run on deposits". U.S. (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 13 çiriya paşîn 2025.
    101. ^ Newsroom (22 çiriya paşîn 2001). "Albanian shot | eKathimerini.com". www.ekathimerini.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 13 çiriya paşîn 2025.
    102. ^ "Knowledge and research". Atradius (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 13 çiriya paşîn 2025.
    103. ^ "imf.org". Roja gihiştinê 13 çiriya paşîn 2025.
    104. ^ "Wayback Machine" (PDF). www.census2021.cystat.gov.cy. Roja gihiştinê 13 çiriya paşîn 2025.
    105. ^ Aftodioikisi (7 tebax 2023). "Ο μικρότερος και μεγαλύτερος Δήμος - Κοινότητα σε πληθυσμό". aftodioikisi (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 13 çiriya paşîn 2025.
    106. ^ "Cyprus - Population". countrystudies.us. Roja gihiştinê 13 çiriya paşîn 2025.
    107. ^ "The World Factbook". www.cia.gov (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 16 çiriya paşîn 2018 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 13 çiriya paşîn 2025.
    108. ^ Salomon, Gavriel; Nevo, Baruch, edîtor (2002). Peace education: the concept, principles, and practices around the world. Mahwah, N.J: Lawrence Erlbaum Associates. ISBN 978-0-8058-4193-0.
    109. ^ St. John-Jones, L. W. (1983). The population of Cyprus: demographic trends and socio-economic influences. Commonwealth papers. University of London. Hounslow, Middlesex: Publishers for the Institute of Commonwealth Studies by M. Temple Smith. ISBN 978-0-85117-232-3.
    110. ^ "Wayback Machine" (PDF). www.moi.gov.cy. Ji orîjînalê (PDF) di 7 kanûna paşîn 2011 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 13 çiriya paşîn 2025.
    111. ^ "Wayback Machine" (PDF). www.politis-europe.uni-oldenburg.de. Roja gihiştinê 13 çiriya paşîn 2025.
    112. ^ Boyle, Kevin (C Kevin); Sheen, Juliet (1997). Freedom of religion and belief : a world report. Internet Archive. London ; New York : Routledge. ISBN 978-0-415-15977-7.
    113. ^ Boyle, Kevin; Sheen, Juliet, edîtor (1997). Freedom of religion and belief: a world report. London ; New York: Routledge. ISBN 978-0-415-15977-7.
    114. ^ "Wayback Machine" (PDF). nufussayimi.devplan.org. Roja gihiştinê 13 çiriya paşîn 2025.
    115. ^ a b "Wayback Machine". www.crisisgroup.org. Roja gihiştinê 13 çiriya paşîn 2025.
    116. ^ Capelli, C.; Redhead, N.; Romano, V.; Calì, F.; Lefranc, G.; Delague, V.; Megarbane, A.; Felice, A. E.; Pascali, V. L.; Neophytou, P. I.; Poulli, Z.; Novelletto, A.; Malaspina, P.; Terrenato, L.; Berebbi, A. (2006). "Population Structure in the Mediterranean Basin: A Y Chromosome Perspective". Annals of Human Genetics (bi îngilîzî). 70 (2): 207–225. doi:10.1111/j.1529-8817.2005.00224.x. ISSN 1469-1809.
    117. ^ "Cyprus - European Commission". commission.europa.eu (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 13 çiriya paşîn 2025.
    118. ^ "Government Web Portal - Areas of Interest". www.cyprus.gov.cy. Ji orîjînalê di 25 sibat 2012 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 13 çiriya paşîn 2025.
    119. ^ "Statistical Service - Population & Social Conditions > Population Census 2001". www.mof.gov.cy. Roja gihiştinê 13 çiriya paşîn 2025.
    120. ^ "Religious Freedom Report". ACN International (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 13 çiriya paşîn 2025.
    121. ^ "Wayback Machine" (PDF). www.presidency.gov.cy. Ji orîjînalê (PDF) di 3 kanûna pêşîn 2013 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 13 çiriya paşîn 2025.
    122. ^ "Database for the European Charter for Regional or Minority Languages". languagecharter.eokik.hu. Roja gihiştinê 13 çiriya paşîn 2025.
    123. ^ "EUROPA - Education and Training - Regional and minority languages - Euromosaïc study". ec.europa.eu (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 13 çiriya paşîn 2025.
    124. ^ "Wayback Machine" (PDF). ec.europa.eu. Roja gihiştinê 13 çiriya paşîn 2025.

    Girêdanên derve

    [biguhêre | çavkaniyê biguhêre]