L'Humanité
L'Humanité
| |
|---|---|
L'Humanité | |
Logoya L'Humanité | |
| Welat | |
| Dewlet | Fransa |
| Ziman | Zimanê fransî |
| Dema avabûnê | |
| Damezrîner | |
| Cihê baregehê | |
| Cihê weşandinê | Fransa |
| Îdeolojiya siyasî | Komunîzm |
| Malper | |
| biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre | |
L’Humanité rojnameyeke sosyalîst a Fransayê ye ku ji aliyê rewşenbîrê fransî Jean Jaurès, ve di sala 1904an dest bi weşandinê kiriye. Piştî dibe bi rojnameyeke şorewayî (komunîst). Jimareya pêşîn a rojnameya « L’Humanité », di sala 1904an de derketiye. Rojnameyê li Fransayê di ‘civaka nû ya rojnameyê L’Humanité ’ de hatiye çapkirin.
Armanca rojnameyê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Amanca rojnameyê weha daye zanîn: « Amanca me ku (…) hemî rewşenbîrên azad bûyerên cihanê bidin fêhmkirin ».
Di sala 1914an de Jean Jaures hate qetilkirin û rojnameya L’Humanité diguheze. Nabeyn du şeran de, di sala 1920an de dibe rojnameya komunîst. Ta sala 1994an rojnameya L’Humanité girêdayî Partiya komunîst a fransî bû. Îroj, rojname ne girêdayî Partiya komunîsta fransî ye, bes herdem komunîst e û rojname qala tevgerên din ên siyasî dike. Êsta (Niha), Sernivîskarên rojnameyê Mod Vernyol û Sebastian Crêpel in.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]| Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |